Here naverokê

Portal:Dîrok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Portala Dîrokê

Dîrok, tarîx an jî mêjû lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Tarîxnas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecrubeyên devkî, nîşanên tebiî û objeyên maddî wekî eserên hunerî bi kar tînin.

Tarîxnas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi giştî li ser kîjan vegotin weqayekê herî baş îzah dike û li ser muhîmiya sebeb û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.

Hêrodotos, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)

Gotarên dîrokê yekî din nîşan bide

Wêneyên bijartî

Di dîrokê de îro

Bûyer

Desmond Tutu

Jidayikbûn

Mirin

Kategorî